Bûyerpress
Tevgera penaberiyê ji parêzgehên Heleb,Dêra Zorê û Reqayê ber bi Kantona Efrînê ve berdewam e, û îro sibehê zêdetir ji 420 penaberan ji deverên ku şer lê hene, gihane Efrînê.
Rêgeha derbaskirina penaberan bi tenê ji mile gundê Qetmê ve ye ku li devera Şêranê ye.
Hêjayî gotinê ye ku ev penaber, piştî tedbîrên ewlehî ji hêla Hêzên Aşayîşê ve, ji bo her du kampên Robar û Şehba tên veguhastin.
Amadekirin û Werger: Odeya Bûyer a Nûçeyan