Taybet_Bûyer
Gerînendeya Xizmetan li bajarê Dêrikê, bi çend kar û barên çakririna tabloyên ronîdayînê rabû, ew jî çakirina tabloyên Mizgefta Hac Yehya, Nexweşxaneya Niştimanî, devera pîşesaziyê,rawestgeha siwareyan(Mir’ab) û Baxê Zarokên Rojê.
Serokê Gerînendeya Xizmetan li Bajarê Dêrikê Mihemed Emîn Hacî ji Bûyer re got ku ev heye ji 10 roj ku ew bi vî karî rabûne û hîn berdewam in.
Her wiha Hacî destnîşan kir ku ew zehmetiyan di peydakirina amûran de dibînin, ji vê yekê neçar dibin ku ji derveyî welat werbigirin.
Peyamnihêra Xwecihî