Bûyerpress_Dengê Emerîka
Piştî êrîşa terorî ya li ser Londonê, Serokê Emerîkayê Donald Trump banga xwe ji bo qedexekirina derbasbûna koçberên şeş 6 welatên Misilman, dubare kir.
Di belavokeke xwe de li ser Twitterê, Trump ji dadgehan xwest ku rê nedin welatiyên her 6 welatên Misilman ku derbasî Emerîkayê bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ku berî aniha Trump daxwaz kiribû ku welatiyên Eyran,Lîbya,Somal,Sûdan,Sûrya û Yemenê derbasî Emerîkayê nebin