Bûyerpress
Nivîsgeha Rawêjkar Li Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê, bersiva Balyozê Iraqî yê Berê Luqman Elfeylî da, û got ku Emerîka ne li dij referandoma serxwebûna Kurdistanê ye.
Elfeylî berî aniha di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku Emerîka li dij referandoma serxwebûnê ye, ji aliyê xwe ve nivîsgeha navborî gotina wî red kir û got ku Elfeylî li civînên di navbera me û Emerîka de amade nebûye û gotinên wî tu rastiya xwe nîn e.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan