Bûyerpress
Tîma Riyal Medrîd a Ispanî nasnavê qehremanê Şampyonzlîga Ewropî bi dest xist, ew jî di pişt serkeftina xwe ya li hember Yoventosa Îtalî re bi encama 4-1.
Serkeftina Riyalê bi saya sitêra wê ya Bortogalî Kirîstyano Ronaldo hat, ku du gol avêtin: Yek jê di xuleka 20’an de, golê din di jî xuleka 64’an de.
Her du golên din ên Riyalê bi şûta Kasîmêro di xuleka 61’ê da hat, golê 4’an di xuleka dawî ji aliyê Marko Esînsyo ve hat avêtin.
Berevajî wê, tîma Yoventosê bi tenê golek di xuleka 27’an de avêt, ew jî ji aliyê lîstikvanê wê yê Kerwatî Maryo Mandzokîtiş ve.
Bi vê yekê Tîma Riyal Medrîd a Ispanî, 12 caran nasnavê Şampyonzlîga Ewropî bi dest dixe.
Her wiha sitêra Riyalê Kirîstyano Ronaldo, wekî yekem golavêjê Şampyonzlîgê hat xelatkirin, ji ber di tûrikê wî de 12 gol hene.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan