Bûyerpress_Diyarname
Her cure ferheng ji bo neteweyan girîng in çi ferhengên peyvan, çi yên biwêj û gotinên pêşiyan, çi yê aborî û yên beşên din bin. Di kurdî de li ser gelek waran ferheng hatibûn amadekirin lê niha yeka nû li wan hat zêdekirin: “Ferhenga Mîtolojiya Kurdî”. Ferheng ji Weşanên Enstîtuyê derketiye.
Civakeke çawa û bi çi tê nasîn? Mît û rîtuelên civakê çi ne? Çîrok, motîf di nav kodên civakê de çawa cih digirin? Û çîrokên ku bûne efsane, efsaneyên di nav efsaneyan de û mîtolojiya ji van efsane û çîrokan derketiye… Pêdiviya kurdan bi lêkolînên hûrbînî yên li ser van heye. Kurd hêdî hêdî di gelek waran de lêkolînên xwe dikin. Niha du kurdên girtî ji girtîgehê lêkolînek hêja kirine û dane dû van kodan. Kamûran Yîtîk û Ramazan Çeper ku her du girtî ne li ser mîtolojiyên kurdan lêkolîn kirine û ev lêkolîna wan wekî pirtûk ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketiye.
Neteweyên ji mîtolojiyê çêbûne
Heta niha gelek gelên derdora kurdan, bi taybetî yên serdest gelek mîtên kurdan, gelek çîrok û çîvanokên kurdan wekî yên xwe nîşan dane. Kurdan jî ji ber bêderfetî nekarîne nîşan bidin ku ew ên wan in. Tiştên ku yên wan bûne jî nikarîne li ser hûr lêkolînê bikin. Yîtîk û Çeper di vî warî de gav avêtine û ferhenga mîtolojiyê amade kirine. Wan li ser pirsa “Çima mîtoloî girîng e?” ev gotine: “Em dizanin ku ji hêmanên netewebûyînê yek jî mîtolojî ye. Gelek gelên cîhanê netewebûyîna xwe li ser vê saz dikin û bi mîtolojiyê dest pê dikin. Bo nimûne hişmendiya netewebûna yewnanan bi destana Ilyad û Odyessa tê dest pêkirin. Avakirina Romayê bi destana Vergilius Aineas dest pê dike û xwe dispêre mîtosa Romus û Romulus.”
Mîtolojî û rexşerêya civakê
Ew mîtolojiyê wekî nexşerêya civakê dibînin û dibêjin: “Mirov dikare bibêje mîtolojî nexşeya civakê ya herî kevn e. Kodên çandî herî zehf di vê qadê de tên ziman. Krîptoyên nifşên hezar salan ku di nav xweza û civakê de jiyana xwe rêsandiye, herî baş di wê de tên ziman. Mîtolojiya her gelî hinekî jî dişibin mirovên wî gelî. Yezdanên her gelî di şayesandinên mîtolojîk de hinek jî dişibin mirovên wî gelî.”
Ji Hûrî heta Medan…
Wan ji hundir ve li gor derfetên xwe hêz daye xwe ku berhemek berbiçav, hêja derxin holê. Wisa diyar e ji niha û pêde jî dê kurd li ser mîtolojiyê berheman amade bikin lê wekî ferhengek mîtolojiyê di kurdî de ev gavek gelek girîng e. Wan olên wekî zerdeştî, mazdekî, huremdînî, yaresanî; dîsa gelên wekî hurî, gûtî, kasît, ûtartûyî, mîtanî, med referans girtine, li ser wan lêkolîna xwe saz û pêşkêş kirine û wisa bi dawî dikin: “Ev xebat ku ji bo danasîna mîtolojiya kurdan deriyekî biçûk jî veke emê bextewan bibin.”