Bûyerpress_Hawar
Îro Sibehê li devera Şêranê ya girêdayî Kantona Efrînê, şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê ji aliyekî ,û girûpên Fetih EL-Şam û Ehrar EL-Şam ji aliyekî din ve, rû dan.
Li gorî ku ajansa Hawarê ragihand, Girûpên Fetih û Ehrar Elşam, ji bajarokê Daret İzê êrîşî gundê Îska yê girêdayî devera Şêranê kir, ev jî bû sedema destêwerdana YPG’ê û rûdana şer û pevçûnan.
Li gorî ku hat ragihandin, girûpên êrîşker 10 avêjtokên hawinan avêtine gundê Îska û derdora wê, ji vê yekê ziyanên maddî gihane samanên welatiyan.