Taybet_Bûyerpress
Zarokê bi navê Mihemed Ebdulfetaf, ku ji gundê Sindoqlî yê girêdayî Zirganê ye, îro demjimêr 1.30 nîvrojê li bajarê Dirbêsî di qazana avê de werbû û xeniqî.
Li gorî ku peyamnihêrê Bûyer ragihand, zarokê navborî, li gel dê û bavê xwe hatibûn li cem mala xala Ebdela Oso li Dirbêsiyê, zarok li mala xalê xwe winda dibe.
Piştî lêgerîna li gel Hêzên Asayîşê, zarok di qazan li ser banê malê hat dîtin.