Taybet_Bûyerpress
Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk amadebaşiyên xwe ji bo kirîna derdora 200 tonên genim ji cotkaran bi dawî kir ew jî bi nirxê 137 L.S ji bo genimê pileyek, genimê pile 2 bi 136 Lîreyan e û genimê pileyên 3 û 4 dê di navbera 132 û 134 lîreyan de were kirîn..
Biryar e ku 45 ton genim li deverên Dêrik û Girkê Legê bên kirîn.
Endamê Komîteya Çandiniyê li bajarê Derikê Şêrzad Ehmed ji Bûyerpress re ragihand ku ji hefetya bê û pê de dê dahatên çandiniyê bên kirîn, dahata genim jî dê bi qasî 10 tonan li navneda Girziyaret a girêdayî bajarê Girkê Legê were pêşwazîkirin.
Navenda Qerçoxê jî dê 10 tonan wergire, û navenda Dêrikê dê pêşwazîya 25 ton genim bike.
Amadekirin: Odeya Nûçeyan a Bûyer