Bûyerpress
Hêzên Hikûmeta Sûrî û çekdarên alîgirên wê gihane rex bajarê Meskena ku li rojhilatê Helebê ye, Meskena dawîtirîn bargehên DA’İŞê ye li rojhilatê Helebê.
Jêderekê ji rikberiya Sûrî got ku ” Hêzên rêjîmê û alîgirên wê gihane dergehên Meskena, ew jî di pişt vekêşana DA’İŞê re ji gundewarê bajarê navborî, hevdemî wê topbarana firokeyên Rûsî li ser bajarê Meskena li dar bû û derdora 120 derbeyan pêk anî”
Ji aliyê xwe ve jêderekê ji Artêşa Sûrî da zanîn ku Hêzên Hikûmî bajarê Himêdiyê yê rojhilatê Helebê kontrol kiriye.
Amadekirin: Odeya Nûçeyan a Bûyer