Taybet-Bûyerpress
Xelkên devera Cizîrê, ji kevn ve û ta niha jî debara xwe bêhtir bi çandiniyê dikin.
Xudanê zevîyan, genim,ceh,pembo û gelek tiştên din diçand, lê ji destpêka kirîza Sûrî û pê ve, êdî xelkê giranî daye çandina kemûnê, ji ber buhayê kemûnê girêdayî nirxê dolar e, li gorî ku bazirgan dibêjin.
Li bajarê Dirbêsîyê û gundewarê wê, û li gorî ku riweknas dibêjin, rêjeya zeviyên kemûnê îsal 40% derbas kiriye, lê ji ber rewşa seqayê zerereke mezin gihaşt zeviyên Lemûnê.
Li gorî ku riweknas Ehmed Silo ji Bûyer re diyar kir” Vê salê berhema Kemûnê gelek zerar ji ber barîna baranê ya berdewam dît, ji lew re 75% ji kemûnê xerab bû.”
Ji bilî xerabûna kemûnê, kêşeyên çandyaran ên din jî hene, mîna nebûna palevanan û rewşa hewayê ya tevlihev.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan