Bûyerpress-Dengê Emerîka
Serokê welatên Yekgirtî yên Emerîkî Donald Tramp, duh Yekşemê li paytexta Erebistana Se’ûdî “Riyad”ê di komcivînê de li hember nêzîkî 50 rêberên welatên Erab û Misliman, peyvek pêşkeş kir.
Di peyva xwe de serok Tramp bal kişand ser pirsa rêkxistinên Îslamî yên radîkal û got” Hevpariya me li gel welatên li herêmê, pêngaveke steratîjîk e li dij terorê”, her wiha got ” Divê tu cihekî biewleh ji bo terosrîstan nehêt hiştin.”
Trump behsa pêkvejiyana dîrokî ya hezarên salan kir, ku hemû ol û mezhebên li herêmê bi aştî û biyane jiyan e.
Tramp di beşeke axiftinên xwe de bal kişand ser peymanên nû yên bi Erebistana Se’ûdî re îmze kirine, û da zanîn ku ev peyman dê hem ewlekariya herêmê ji gefên Îranê biparêze û hem bi hezran delîvên kar dê bide peyadkirin.
Tramp behsa Îranê û rola wê di piştevaniya grûbên terorist de kir, ên weke Hizbullaha Lubnanê, her wiha wî got” Hizbulaha Lubnanê gefeke terorê ye, divê welatên li herêmê wan ji nav bibe, dîsan da zanîn ku, “Îran serê rimê yê terorê ye li herêmê û berpirs e ji terora li Îraq, Sûriyê û Yemenê”, wî ragihand ku , desthilata Îranê sedem e ku, Esed li ser desthilatê bimîne li Sûriyê, Tramp der barê çareserî û aloziyên bi Îranê re tên berdewamkirin got “Divê Îran hilbijêre kanê bi tenê hiştin divê, yan hembêzkirina wê di nava civaka navnetewî de”.
Serok Tramp di peyama xwe de, behsa pirsgirêka Felistîn û aştiya Rojhilata Navîn kir û got “Pirsgirêka Felistînê pirseke dadwerane ye û divê çareserî jê re bihê dîtin”.
Tramp got, di seredana xwe de ew ê sê cihên pîroz ziyaret bike ku, ew cih nûneratîya olên mezin ên piraniya xelkên vê cîhanê dikin, ji Erebistana Se’ûdî, ew ê herin Îsrayîlê û ji wir herin Vatîkanê.
Tramp rola Turkî, Lubnan û Urdinê ji bo hewandina penaberên Sûrî beriz nirxand û got, welatên kendavê peymaneke stretajî ya giring li gel Emerîka ji bo şerê li hember terorê imze kir, divê hemî welat hevkar bin ji bo çareseriya pirsgirêkên li Îranê û nehêlana DAIŞ’ê, her wiha got, divê kar ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûryê bihê kirin û li gor daxwaza gelê Sûryê û yekîtiya welatê Sûriyê çareserîyek bihê dîtin, bi kurtî behsa rola kurd, Sine û Şî`iyan di şerê DAIŞê deli Mûsil û Sûriyê, kir. Di dawîya peyva xwe de Tramp daxwaza yekgirtin û bi hev re karkirinê kir û da zanîn ku dema yekîtî û yekgirtin hebe hêzên tarî dê nikaribin bi ser bikevin.
Şahê Erebistana Se’ûdî şah Selman Bin Ebdulezîz, peyva Trump weke bûyereke dîrokî nirxand û ew ji bo pêşkeîkirina Peyvê vexwend bû ser sehnê.