Bûyerpress-Dengê Emerîka
Îro Şemiyê siyasetmedarê Kurd Newşêrwan Mistefa li bajarê Silêmaniyê li girê “Zerteke” hat veşartin, bi hezaran kes ji berpirs, hezker û endamên “Tevgera Goran” di rê û resmên veşartinê de amade bûbûn.
Serê sibê termê Newşêrwan ji nexweşxaneya Farûq bo mizgefta mezin ya bajarê Silêmaniyê hat veguhastin, paşê bi meşekê û bi tevlîbûna hezaran kes ber bi girê “Zerteke” ve meşiyan, termê Newşêrwan Mistefa radestî axê hat kirin.
Îro tazî dê li bajarê Silêmaniyê be û sibê dê li bajarê Hewlêr li mizgefta “Sewaf” be.
Duh Newşêrwan Mistefa Rêberê Giştî û Damezrênerê Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê di temenê 73 saliyê de û piştî ku rastî êşeka giran hat, koça dawî kir.
Newşêrwan Mistefa bo demeke dirêj li derveyî welat dihat dermankirin, lê roja 13’ê Gulanê vegeriya Herêma Kurdistanê û duh 19’ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.