Taybet-Bûyerpress
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûryayê roja Pêncşemê ahengeke xelatdayînê li navenda xwe ya li Qamişlo li dar xist, ji bo xelatkirina helbestvanFerhadê Içmo.
Ahenga ku birek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd lê amade bûn, bi gotina Cîgirê Serokatiya Yekîtiyê Ebdulsemed Mehmûd dest pê kir, paşê siyasetmedarê serbixwe Ekrem Hisên û Dr.Ferîd Sadûn hatin vexwestin da li ser jiyana helbestvan Ferhadê İçmo biaxivin, ji ber ew her du nêzîktirîn hevalên wî ne.
Di pişt re Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûryayê Wezna Hamid, rêznameyek wekî xelatdayîn da malbata Ferhadê İçmo, ew jî radestî birayê wî Behamend İçmo hat kirin.
Di çarçoveya vê hilkeftê de Wezna Hamid ji Bûyer re got ku “Komîteyeke nirxandina karên helbestvanên ku roleke girîng di têrkirina çanda Kurdî de lîstine, heye.Li ser vî esasî em salane helbestvanekî xelat dikin”