Bûyerpress-Dengê Emerîka
Wezareta Karên Derve ya Emerîkî, ser pevçûna parêzvanên Serokomarê Turkyê Receb Teyîb Erdogan bi komeke ku ew li pêş avahîya balyozxaneya Turk protesto dikir, daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Di daxuyanîyê de hate gotin ku Emerîka, ji ber alozîya ku di navbera karbidestên Tirk ên ewlekarîyê û xwepêşanderan de derketîye, ketîye fikaran.
Daxuyanî bi îmzaya Berdevkê Wezareta Karên Derve Heather Nauert hat weşandin.
“Em ji bo hemî însanên li dinê, piştgirîya azadîya beyanê û protestoya aştîxwaz dikin û bi awayekî herî xurt bo Turkyê fikarên xwe nîşan didin” di daxuyanîyê de hat nivîsîn.
Bajarvanê Waşintonê Muriel Bowser jî bi daxuyanîyeke nivîskî pevçûna li pêş avahiya balyozxaneya Turk şermezar kir.
Bowser dîyar kir êrîşa ku “li dijî protestoyeke aştîxwaz li dar ketîye, li hemberî nirxên paytaxtê û mafên gelê Amerîkî heqaret e”
Bowser bi berdewamî da zanîn ku ewê bûyerê vekolin û dê berpirsên pevçûnê werin ceza kirin.
Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûbûn û 2 jî hatibûn desteser kirin.