Wekî piştgîrî û rêzgirtinekê ji kampanyeya “#NoFlyZone4Rojava” re, bo daxwaza gelê me li rojavayê Kurdistanê, li hemberî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirkiyê li ser baregehên YPG, YBŞ û Pêşmergeyan, ez gotara xwe bi vê manşetê diweşînim, û divê em dengê xwe hê bilind bikin da ku destkeftiyên gelê me ku bi xwîna hezaran ji şehîdên şervan, ên YPG û YPJ’ê hatiye holê, biparêzin.
Êrîşa dewleta Turk li ser Qereçox û Şengalê li 25 meha Nîsanê ji rêzê nebû, belkû gelek peyam li xwe girtibûn û nameyekî aşkira bû li dijî azadiya gelê Kurd, çi li Başûr, çi li Rojava, û hîç fîderaliya Kurdî li Bakûrê Sûryê û dewleta Kurdî li başûrê Kurdistanê qebûl naket. Çavên Tirkan ji bihêzbûna Kurdan û derketina wan li ser saheya navdewletî diêşe, dema dibînin fermandarên artêşa du welatên herî mezin li dunyayê wek (Rusya- Emerîka) li kêleka fermanderên YPG û YPJ’ê ne.
Ew êrîş piştî hildana aleya Kurdistanê li Kerkûkê ku Erdogan bi xwe got “Kerkûk a Turkmenan e, hindek Ereb lê hene û ne Kurdistan e”.
Her wiha di demekê de hat ku şervanên YPG û YPJ’ê ji rizgakirina Tebqa û Reqayê nêzîk dibin, û berya seredana Erdogan bo Rûsya û Emerîkayê, ku dewleta Tirkiyê nameyek ji wan re şand ku ew statuya Kurd li bakûrê Sûriyê qebul nakin, lê belê bersîva YPG’ê gelekî bihêz bû ku bersîva tund ji Efrînê ta Dirbesiyê û ta Dêrîkê da artêşa Tirk bi dirêjahiya sînor ku hêzên Emerîkî û Rûsî neçar kir li sînor bi cî bibin, û Erdogan got “Em gelek nîgeran in bi dîtina aleya Emerîka û Rûsya li kêleka aleya YPG`ê”.
Pêwîstiya rojavayê Kurdistanê bi qedexeya dijfirrînê heye (#NoFlyZone4Rojava) ev e jî bi biryareka Encûmena Asayîşa Navdewletî heye, nexasim îro bi dehhezaran koçber û penaberên navxweya Sûriyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê hene.
Bi rastî ew gotina dayîka Kurd li Qereçoxê bo fermandarê Emerîkî gelekî pîroz û hêja bû, ku got ” Zarokên me li Tebqa û Reqayê xwîna xwe didin û dewleta Tirkiyê li piştva li me dide, û divê Emerîka piştgîriya me bike, eger na bila zarokên me werin me biparêzin “.
Cihê daxê ye ku hindek aliyên siyasî li şûna şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ku di encamê de Pêşmergeyên Kurdistanê, Şervanênê YPG , YPJ û şervanên Şengalê şehîd bûn, radibin Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê ku Tirkiyê wê yekê dike hinceta êrişa xwe tometbar dikin. Li şûna ku bêjin bila Artêşa Tirkiyê ji kurdistanê derkeve, daxwaza derketina PKK’ê ji Kurdistanê dikin, kû gerîlayên PKK’ê li Mexmur rêgirî li DAIŞ`ê kirin ji bo neghêjin Hewlêrê. Li Kerkûk û Şengalê ji bo parastina Kurdistanê qurbaniyên mezin dan, li aliyekê din ji bîra me naçe dema ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mes’ûd Barzanî daxwaza hevkariyê li Tirkiyê kir ku baregehên wan li Kurdistanê bûn, hikûmeta Tirkiyê û Receb Teyîb Erdogan bi hawara Kurdan ve nehat “bi gotina Fu’ad Husên Serokê Dîwana Serokê Herêma Kurdistanê” îca divê kî ji Kurdistanê derkeve diyar e.
Li ba dewleta Tirk hemû Kurd weku hev in, cudahî di navbera Pêşmerge, Gerîla û Şervanên de nake, û ji xwe dibêjin “Ew şaşîtiya me li başûrê Kurdistanê kir, em li Rojavayê Kurdistanê dubare nakin”.
Hal bû ku eger Tirkiyê bi aqil ba, divyabû berya Emerîka û Rûsyayê piştevaniya Kurdan bikira ku bi dirêjahiya şoreşa Sûriyê ev şeş sal in şervanênên YPG’ê sînorê wan parast û tirba Şah Silêman ji destên DAIŞ’ê xilas kir. Divyabû supasiya şervanan kiriba û weku dost hevkariya Kurdên rojavayê Kurdistanê jî kiriba. Ew bixwaze nexwaze, sînorên wê yên başûr û rojhilat Kurd in, ku her tim destên aştiyê dirêj kirine, dewleta Tirk ji Kurdan baştir dostan nabîne.
Di baweriya min de Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe û mayîna hêzên Emerîkî û Rûsî li Sûriyê bo demeke dirêj e. Derfetên zêrîn li pêşiya rojavayê Kurdistanê vebûne, û peywendiyên Emerîka li gel şervanan stratîjiya fermandarên wan bi aşkirî dibêjin “Tak e hêza ku em jê piştrast in YPG’ê ye” Bawer nakim pişta xwe bidin me lê tişta herî girîng ew e ku aliyên siyasî yên Kurdî û Kurdistanî yek deng û yek helwêst bin, piştgîrî û piştevaniya hev di babetên çarenivîsaz de bikin, û bi îzna Xwedê serkeftin ya Kurd û Kurdistanê ye.