Çalakiyên ji bo balê bikşînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kantona Kobanê û ji bi xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin hatin destpêkirin her ku diçe mezin dibin û berdewam dikin. Çalakiya kon ya li Bêrucûka Rihayê hat destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên bajarên Kurdistanê, bi sedan hunermend û bi hezaran welatî gihiştin qada çalakiyê. Çalakiya duyemîn a nobetê jî li herêma Xirbeyê Beranan ê di navbera Pirsus û Kaniya Xezalan de dimîne hat destpêkirin. Li nêzî sînorê Tel Ebyat 5 kon hatin vedan û ewlehiy ji aliyê welatiyan ve pêk tê.
Bi sedan welatiyên ji Wan, Edene, Şirnex, Sîlopî, Cizîr, Serêkaniyê, Wêranşar, Qoser û Nisêbînê hatin tevli çalakiyê bûn û heta serê sibê nobet girtin. Parlamenterê HPD’ê Îbrahîm Bînîcî, Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û rêveberên HDP û DBP’ê jî tevli çalakiyê bûn.
Li ser sînorê Nisêbîna Mêrdînê û bajarê Qamişloya Rojava, ji bo şermezarkirina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê, piştgirîdayîna berxwedana YPG/YPJ’ê û gelê Rojava kon hat vedan. Welatî li taxa Firat hatin gel hev û heta konê nobetê bi meşaleyan meşiyan. Polîsan êrîşî meşê kirin, di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Parlamenter Yildirim bang li hemû kesî kir ku li berxwedana gelê Rojava xwedî derkevin û wiha got: “Divê em dengê xwe bigihînin gelê Rojava. Dê bi hevkarî û têkoşîna hemû gelê kurd berxwedana ku li Rojava tê dayîn bi ser bikeve. Em êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gelê Rojava û Kobanê şermezar dikin.” Hat gotin ku dê çalakiya nobetê bênavber bidome û her roj navçeyek nobetê dewr bigire.
Jêder: Azadiya Welat