Piştî şer û pevçûnên giran li hember Rêxistina Da’işê, û li gorî ku malpera Helmeta Hêrsa Feratê ragihand, Hêzên Sûryaya Demoqratîk îro gundên Etşana,Mu’az û Melalî ku li bakurê Reqayê ne rizgar kirin,ew jî di çarçoveya Helmeta Hêrsa Feratê de.
Ev yek di pişt 3 rojan re ye ji rizgarkirina Tebga û Bendava Feratê, û li gorî ku fermandarên HSD’ê ragihand, ji hin milan ve bi tenê hêzên wan 4 km’an ji Reqayê dûr in.
Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Ebdulqadir Havêdilî beriya niha ragihand ku, derbasbûna bajarê Reqayê dê destpêka Havînê be.