Fermandarekî ji nav Hêzên Sûryaya Demoqratîk, got ku pêşbîn e hêzên HSD’ê derbasî bajarê Reqayê di destpêka Havînê de bibin, ew jî bi alîkariya çekên ku ji aliyê Hevpeymanê ve dê werin birêkirin.
Fermandarê HSD’ê Ebdulqadir Hevêdilî got ku ew bendewarê amûrên giran in, wekî siwareyên zirpoş, da ku dest bi şerekî çarenûsî li dij tundrewan bikin, li gorî ku wî got.
Her wiha got ku çekên li ser wan hatî erêkirin, hîn nehatine, lê di demeke nêz de dê bigihin.