Duh Çarşemê xelkên Amûdê, laşê şervanê YPG’ê Ş.Şervan Amara li Pakrewangeha Ş.Ismayîl, sipart axê.
Rê û resmên veşartinê bi xuleke bêdeng li ser giyanên pakrewanan dest pê kir, paşê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê toraneke leşkerî dan pêşandan.
Gotinên gelek dezgehan hatin xwendin, ji wan gotina Endama Mecilsa Malbatên Şehîdan Rêzan Berekat û gotina YPG’ê jî ji aliyê H.Rêber ve hat xwendin.
Di pişt xwendina gotinan re, belgeya pakrewaniya Ş.Şervan Amara ji bo malbata wî hat radestkirin û paşê laşê wî ji bo xakê hat sipartin.
Hêjayî gotinê ye ku Şervan Amara, ji beriya çend rojan li Helmeta Rizgarkirina Tebgayê şehîd bûbû.