Bûyerpress-Dengê Emerîka
Wezîrên Karên Derve yên Emerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov, dê îro Çarşemê bicivin. Li ber e ku di hevdîtinê de wek mijarên sereke Sûrye û Ukrayna werin axaftin.
Wezareta Karên Derve yên Emerîka bi daxuyaniyekê ragihand ku bi vê hevdîtinê armanc dike ku tund û tûjîya li Sûryê kêmtir bike û zemînekê bo çareserîya sîyasî hazir bike.
Wezîrê Berevanî yê Emerîka Jim Mattis diyar kiribû ku ew ê plana Rûsya ya ji bo Deverên Hêmin li Sûryê ji nêz ve bişopînin.
Ser Deverên Hêmin Rûsya, Tirkîye û Îranê li Astana ya Qazaqistanê li hev kiribû, lê tevî ku karibdestekî payabilind yê Emerîka jî li civînê bû ji bo planê îmza nedabû.
Rûsya ragihandibû ku ew ê destûrê nedin firokeyên Emerîka ku di ser Deverên Hêmin re bifirin.