Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûryaya Demoqratîk “HSD”ê Telal Silo, tekez kir ku biryara Emerîkî ya dawî bi çekdayîna Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê dê çerxa têkbirina Da’işê zû bigerîne.
Di axavtineke xwe de li gel Ajanasa Frans Press, Silo biryara Emrîkî ji bo çekdayînê, bi biryareke giring nirxand ji bo têkbirina Da’işê.
Silo zelal kir ku piştgiriya Emerîkê ji encama aktîvbûna YPG’ê di şerê li dijî Da’işê de ye.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku”Rêvebiriya Serokê Emerîkî Donald Trump ji destpêka wergirtina desthilatdariyê, asta piştgîriya xwe ji hêzên me re zêde kiriye”
Amadekirin-Odeya Nûçeyan a Bûyer