Şanderê Navnetweyî Ji Bo Sûryê Stîvan Dê Mestûra, duh Duşemê got ku hevpeyvînên aştiyê di navbera Hikûmeta Sûrî û Rikberiyê de, dê 16 Gulanê li Cinêvê dest pê bikin.
Di daxuyaniyekê de, Dê Mestûra hêviya xwe ji bo bicihanîna temamî rêkeftina ku Rûsya,Eyran û Turkyê li Astanayê gihanê, anî zimên.Ew jî bi çêkirina deverên hêmin li Sûryê.