Rojnameya Taymz a Birîtanî, îro Yekşemê ragihand ku rêxistina Da’işê berê alîgirên xwe li Birîtanyayê dide peya û mirovên li deverên aloz û zehme .
Rojnameyê destnîşan kir ku kovara Da’işê ya elekitronî “Dabiq” di hejmara xwe ya dawî de gotarek bi navê “Tektîkên Terorîzm” belav kir.
Kovarê da zanîn ku deverên wekî taxa Rêcint û Qada Pêkadêlî li nava Londinê, wekî armancên nimûneyî ne ji bo êrîşên wan.
Her wiha kovara rêxistina Da’işê di heman gotarê de gotibû ku navgînên herî guncaw ji bo pêkanîna êrîşan, siwareyên giran û barhilgir in.