Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel “YPG”ê Rêdûr Xelîl, li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê tekez kir ku êrîşa li ser Recim Elsilêbî, sûncê Turkyê tê de heye û ew berpirsyar e.
Xelîl nivîsand” Komkujiya ku Da’iş pê rabû li Recim Elsilêbî, encameke tekez e ji xwesteka Turkyê ku di rêya êrîşên xwe yên li ser YPG’ê û armancgirtina bareghên wê, ji bo vekirina rê ye li ber Da’iş’ê ku bi karê xwe yê gemar rabe”
Hêjayî gotinê ye ku duh Sêşemê li derbasgeha Recim Elsilêbî, Da’işê êrîşî komek ji penaberan kir, ji encamê bi dehan penaber hatin kuştin.