Hêzên Asayîşê îro Sêşemê li bajarê Qamişlo,Nivîsgeha Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryê ku li taxa Siyahî ye, girt.
Sibeha îro dewriyeke Asayîşê nivîsgeh bi mûma sor girt, her wiha daxuyaniyek bi deriyê nivîsgehê ve kir ku tê de sedemên girtinê zelal dike.
Li gorî daxuyaniyê, nivîsgeh hate girtin” Li ser bingeha biryara hejmar 5 dîrok 15/4/2014 ku ji aliyê Encumena Zagonsaz ve hatiye derketin”
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku nivîgeh dê girtî bimîne ta were rêdankirin.
Hêjayî gotinê ye ku Asayîşê pirî nivîgehên Encumena Niştimanî li Kantona Cizîrê girtibûn, ji sedema ku rêdan ji Rêveberiya Xweser negirtiye.