Taybet Bûyerpress:
Bi dehan malbat penaber dibin li Sûriyê, û hinekan ji wan malbatan berê xwe dan Kampa Hekemiyê ya dikeve bakurê Sûriye, ew malbat ji gelek parêzgehan hatine û herwiha ji gelek deverên din yên ku dikevin li ser sînorê Iraqê û Sûriye, wek bajarên Iraqê yên ku di dema dawî de rastî êrîşîn DAIŞê hatin.
Kampa Hekemiyê hate damezrandin di 13ê meha gulana vê sale de, nêzî gundê Hekemiyê, tê de 120 kon hene têra 120 malbatan dikin.
Komîta karê civakî serdanek birêxist ji bo bidin xwiyanî ji hemû ekîpên medyayê re rewşa kampê û encamên girtina dergehên sinorî li ser kampê, herwiha alîkariyên mirovî naghên kampê.
Bi alîkariya rêvberya kampê, Bûyerpress li wir hazir bû û gelek xal gotûbêj kirin.
Hemû malbatên li kampê di heman pirsgirêkan de bûn, hin ji wan ji bajarê Himisê hatibûn û hin ji şamê û ji gundên helebê û Reqa piştî ku komên tundrew ew der kontrol kirin, gelek ji wan berê xwe dan kampê piştî girtina dergehê ” til koçer”, ji ber wan dixwest ku herin herêma kurdistanê.
Îman ji Ceremana berê xwe da kampa Hekemiyê, piştî ku ew û malbata xwe bê hêvî bûn ku derbas bibin herêma kurdistanê da ku zilamê wê derman bibe, ji ber ew birîndar bûbû di şerên li gundewarên şamê de.
Kewser mihemed, diya sê zarokan e, ew jî berê xwe da kampê piştî ku mala wê bi temamî hate rûxandin, ew karîbû bi riya mala jinê bigihê kampê.
Piştre, kongirek ji rojnemevanan re hate lidarxistin bi amedbûna hemû aliyên medyaya kurdî, ji ber ku ew wêneyê bigihînin raya giştî û hûrbîniyên rojane li kampa Hekemiyê bigihînin.
Herwiha pirsgirêkên li kampê hene, pêşî girtina dergehên sinorî li Sûryê wek yên Turkiya û Iraqê, herwiha dorpêçkirin ji aliyê komên tundrew û ji aliyê Hikûmeta Herêmê û encamên vê yekê li ser Kampê, mijarên kongirê bûn.
Kongir hat lidarxistin bi amedebûna serokê komîta karê civakî birêz Dijwar Esed û çavdêrên rêvebirya kampê, herwiha berpirsên ji rêxistina Roj a alîkarî û avakirinê.
Birêz Dijwar ji me re axivî derbarê hûrbîniyên damezrandina kampê û sedemên damezrandinê ku ji alyê rêvebiriya xweser li herêma cizîrê dest pê bû ji bo ku rabin bi erkê xwe di aliyê penaberan de li gor karîna wan û bi alîkeriya rêxistina Roj tenê di warê pêdiviyan de, herwiha bû behsa alîkariyên ku dighên penaberan û hejmara malbatan 48 bûn, lê aniha hejmara wan 21 in ji ber ku gelek ji wan ji campê çûn piştî ku rewşa wan serast bû, hejmara giştî 97 kes in, 58% ji wan zarok in di bin 18 salan de ne û 48 jî jin in.
Herwiha birêz Dijwar behsa Kampa Newrozê kir ya ku nû tê damezrandin û ewê bibe ji dêlva kampa Hekemiyê, û wisa berdewam kir: Ev kamp ji her kesî re ye û têra 200 malbatî dike,
Kampa Newrozê nêzîkê Indîwerê ye, ew 4 kîlomitiran dûrî kampa Hekemiyê ye.
Di dawiya kongirê de bangek ji hemû rêxistinên navnetwî re şandin ji bo alîkeriya kampê bikin, herwiha bersiva pirsên rojnamevan hate dan, ev serdan li kampa Newrozê bi dawî hat da ku em karê wan bişopînin.
Rapor: Fansa Tamo
Wergerandin: Şewan Îsa