Di daxwiyaniyeke Artêşa Emerîkî de ku roja Yekşemê hate belavkirin,
352 sivîl di êrîşn Hevpeymana Navdewletî ya li dijî rêxistina Da’işê de hatine kuştin.
Hêza Peywira Hevbeş di nirxandina xwe ya mehane de ku derbarê kuştiyên sivîl di operesyonên Hevpeymanê de ye,got ku xebata wan li ser nirxandina 42 raporên din berdewam e.
Heman hêzê destnîşan kir ku 45 sivîl di navbera meha 12’an ji sala 2016’an ta Avdara 2017’an hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Emerîkî ( Pêntagon) di daxuyanieke xwe de mixabiniya xwe li ser kuştiyên ku çêbûne derbirî, û xemheviya xwe bo malbatên wan raber kir.