Li gor ajansa Foks Niyoz a Emerîkî, ku wan zanyarî ji Pêntagonê girtine, rêxistina Da’işê paytexta xwe ji Reqayê vediguhêze ji bo Dêra Zorê.
Jêderan da zanîn ku balafirên leşkerî yên Emerîkî, tevgera Da’işê şopandine û dîtine ku bi sedan ji rayedarên Da’işê ji Reqayê ber bi Dêra Zorê ve çûne.