Li gorî ku hin jêderên xwecihî dan zanîn, Hêzên Hevpeymana Navdewletî daketaneke asîmanî duh bi şev 21.4.2017 li gundewarên rojilatê Dêra Zorê, pêk anî.
Ev operasyona daketanê bi rêya refek ji firokeyên Apatşî û bi palpiştiya bi dehan ji firokeyên cengî, li ser bargeheke Da’işê li herema Em Elselaba li çolistana Bokemala Dêra Zorê pêk hat.
Heman jêderan gotin ku hêzên Hevpeymanê di operasyona xwe de zêdetir ji 15 kesan dîl girtin û di nav wan de jî fermandarek hebû, ku li cihê daketanê bûn.