Artêşa Israyîlî duh Çarşemê 19.4.2017 got, ew texmîn dikin ku hêzên Serokê Sûriyayê Beşar Elesed hîn çend ton çekên kîmawî li rexê hene.
Li gorî ku efserine payebilind di Artêşa Israyîlî de dibêjin, baresteya wan çekên kîmawî digihe 3 tonan.
Her wiha duh Çarşem, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî jî da zanîn ku êrîşa li ser Xanşêxûnê bi xaza Sarîn pêk hatiye.