Serokê Emerîkayê Donald Trump di telefonekê de li gel hevberê xwe Erdoxan,pîrozbahî der barê referandomê li Erdoxan kir û ew li ser palpiştiyaTurkiyayê ji derbeya Emerîkî ya li ser Sûryayê , sipas kir.
Di daxuyaniya ku duh Duşemê 17.4.2017 Koçka Sipî belv kiribû, wiha hat”Serok Trump îro bi Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan re axivî, serkeftina wî di referandomê de pîroz kir û bersiva Emerîkayê der barê êrîşa kîmawî ya li ser Xanşêxûnê gengeşe kir”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku her du serokan li ser gerekiya sizakirina Esed li hev kirine.