Li Tirkiyeyê îro roja “erê-na”yê ye. Tam 55 mîlyon û 319 hezar û 222 hilbijêr dê biçin cem 167 hezar û 140 sindoqî û dengê xwe bidin.
18 xal derdikevin referandûmê û bi vê tê xwestin ku Tirkiye derbasî “Pergala Serokomarî” bibe û hilbijêr dê dengê erê yan jî nayê bidin; sedî 51 kîjan bigire dê serketin bi vî awayî be.
Ji bo dengdanê hin not:
– Yên herin dengên xwe bidin divê nasnameyeke wan a fermî hebe.
-Li ser zerfê berpirs bidin hilbijêr divê logoya YSK’ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê), mohra lijneya hilbijartinê a navçeyê û mohra lijneya sindoqê hebe. Li ser pisûlaya dengdayînê jî (aliyê paş) divê mohr hebe. Ev nebin deng vala derdikeve.
– Di pisûlayê de li aliyê çepê li ser sipî ‘erê’ li aliyê rastê li ser rengê qehweyî ‘na’ dinivîse. Kesê deng bidin li gor hilbijartina xwe dê mohra xwe li wî alî bidin. Ger çend caran mohr lê hatibe dayîn ew deng tê betalkirin.
– Li bajarên kurdan saet di navbera 07-16’an de, li aliyê rojavayê Tirkiyeyê saet di navbera 08 û 17’an de dengdan li dar dikeve.
Dîroka referandûmê
Li Tirkiyeyê heta niha 6 caran referandûm li dar ketiye. Di referandûmên salên 1961, 1982, 1987, 2007 û 2010’an de denê “erê” bi ser ket, tenê di referandûma sala 1988’an de “na” bi ser ket.