Duh Şemiyê 15.4.2017 derdora demjimêr 4’ê berêvarê, li devera Raşidîna Helebê xwekujekî xwe di siwareyên Fû’a û Keferiya de teqand, ku şervanên palpişt ji rêjîma Sûrî di wan siwareyan de bûn, û ji encamê 100 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn.
Berdevkê Rêxistina Kumsipiyên Sivîl yên Berevaniyê Ebdurehman Hesen got ku hejmar kuştiyan gihaye 100’î û zêdetir ji 55 birîndaran.
Van siwareyan welatî û şervanên Fû’a û Keferiya Şî’î ku li Idlibê diman, ew vediguhastin li ser bingeha hevpeymanekê di navbera rikberî û rêjîmê de, lê li rawestgeha Raşidîn ev teqîn hate rûdan, ji bêyî ku çi alî berpirsyarya vê teqînê bigire ser stûyê xwe.
.












































