Hêzên Iraqî ragihand ku olzanê(Muftî) Da’işê Ebdulah Elbedranî ku bi navsnavê Ebû Eyûb tê naskirin, di derbeyeke asîmanî ya Hevpeymanê li rojavayê Mûsilê hat kuştin.
Ebû Eyûb yek ji mezintirîn fermandarên Da’işê, û li gor ku hat belavkirin ew di roja Pêncşemê ji encama derbeyeke asîmanî hat kuştin.
Tê gotin ku Ebû Eyûb kesê pêşî bû di rêxistina Da’işê de ku fetweya helalkirina jinên Êzidî li da bû.