Rêveberê Gumrika Germiyan Husên Ehmed ew gotegot derew derxistin ku qala girtina Deriyê Sînor ê Perwêzxan dikin ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve.
Di vê derbarê de Rêveberê Gumriya Germiyan Husên Ehmed agahî dan BasNewsê û got: ‘’Heta niha tevgera bazirganî li sînorê Perwêzxan berdewam e û gelek tişt ji Îranê bo Herêma Kurdistanê hatine şandin û karê yasayî bo wan tê kirin.’‘
Ehmed wiha axifî: ‘’Berevajiya wan gotegotan Îran dixwaze roj bi roj tevgera bazirganî ber bi pêş de biçe, ji ber karê bazirganî bo herdu aliyan e û eger Îran deriyê Perwêzxan bigire zerareke mezin dighîne xwe, ji ber rojane gel kel û pel ji Îranê bo Kurdistanê tên hawirdekirin.’‘
Hêjayê gotinê ye piştî belavbûna îdîaya girtina sînorên navdewletî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ji aliyê Îranê ve, Berpirsê Gumrika Hacî Omeran jî ew îdîa red kiribû û gotibû ku tiştekî wiha nîne.
Li gor çavkaniyeke taybet, Komara Îslamî ya Îranê nikare sînorên navdewletî li ser Herêma Kurdistanê bigire, bi taybetî Deriyê Sînor ê Navdewletî yê Hacî Omeran, ji ber tê texmînkirin ku nêzîka 25 hezar kes her ji bazirganî ve bigire heta digihe şofêr, karker, karmend û kasibkaran li aliyê Rojhilatê Kurdistanê li ser deriyê Hacî Omeran debara xwe dikin.
Jêder: BasNews