Piştî tavsorkê hêlûna berbangê vepinçirand, hevalçûk ji ser avlimê sibehê dirand, royê ji memikên zêrîn sirtên rîsipî mêjandin. Di qelşên textî re roniya taştiyê qelizî bêdengiya hundir.
Sal bi sal her ku dem çar rojan ji tûrikê BERFANBARÊ dişewitîne di ya pêncê de tamarên vî cihî ji tevizandinê payî dibin û gurpînên têrcoş di kûreya bîranînan de kêlekên seqayê diqurçînin.
Pêjna pîrejinekê saw rizandin, xemgîniyê konekî fireh di dêmê wê de vegirtibû, hewl dida ku siha her tiştekî berev bike, di ber xwe de digot: _ Sih riwê rastiyê yê nenas e tenê ronî dikare wê riswa bike.. Carekê dest danî pêş lehiya hêsiran : _ Hûn bi roniyê siza dibin, ez jî bi dotina henaseyên bîranînan dişewitim..
Wê hîngê bi gavên wê yên tiral re deryayê riwê xwe tirş kir û bi kîn kefkopik tife peravan kir. Xoyê birîna berfê kewand û lîlav ji hinavan herikand ji neçariyê hawîdora xwe dialast.
Pîrejina ku ew qas roj di aşê demê de hêrandine li dîmenê berfê temaşe dikir û digot: _ Belê demsal birînan nûjen dikin, belê birînên hilîskirî pir bi êş in. Her wiha bi giranî giha pêş holika textî ku bi dehsalan kevnar û gêj bûye , bala xwe da dargerînkeke wek wê bi bîra keskahiyê pîr bûye, du pêpelokên bi bendewariyê kêlkortî bûne û axaftina avê di bejna textên perçivî de.
Dest avêt kulaxê kilîtekî têrzingar derxist û di qulika derî de gerand hîskinî bi kilît ket bi gava bi bersivên koçkirnê vepekî. Bihna kufikê û ariyê pêşewaziya pîrejinê kir. Derbasî hundir bû, hîn du peyalên çaya hevdîtina dawî di quncikên masê de bi bihna darçînê şa dibin.
Kursiyek xuşand, wek her car rûniştina li ber vê maseyê di dilê wê de pîroz e, bi çempilkê peyalê girt û tejika çavan bi lekeya di keviya peyalê de axifî: Bi rastî hin firk di riyan de jiyanê ji me distînin, rast e mero dide pey rê lê giyan di wê firkê de dilûse, ma ne wisa ye…? Helkişa bîranînan li tenişta peyal hişt û Nêzî pixarê bû bermayên kizotan ku arî dihemijîn pelandin,hîn zimanê şevçireyê li ser refikê vêketina zilê çîxazê bibîr tîne. Palgehên têxt tenêtî dicûtin , tenê pilindir ji rikberiya demê nemabû dest ji ristina perdeyên hevrîşmî bernedabû. Û tozê porê xwe di neynika wê re şeh dikir. Carekê dest danî ser pirtûka ku wan bi hev re di şeva dawî de dixwend,kela şewatê dilê lawaz bê dilovanî guvaşt û kuxukê ew bindest kir.Piştî rawestandineke kin berê xwe da derî car din li paş xwe nihêrî û got: Seredana dawî ye bi xatirê we dizanim cih jî bi bîrêkirinê dihelin.
_Sala tê silavên min di guhên pêncê Berfenbarê de bixwînin dizanim hûn ê bi nehatina min siza bibin. Dîsa kuxukê axaftina wê birî desmal danî ser dêv… _Ger mirin têkçûn e bê guman bîranîn penceşêr in, jiyana hinekan fiç dikin, spas ji we re,hûn qet kal û pîr nabin . Û derî ji nû ve kilît kir û berê xwe da paş holikê Li ber gorekê çog vedan, bi hêminî xaka ber sêrî veda û kilîtê ji nalîna qulika derî vehsand û binax kir
_Ev holika textî pîrozgeha çîroka me ye bila kilît jî yê te be.. Hêdî hêdî rabû piştî çend gav avêtin li paş xwe nihêrî û got: Pir nêzîk ez ê werim. Bi wê gotinê re hêzeke nenas di hinavan de pêl vedidan, barê ku temen xûz kiribû şemitî, û sivik gav davêtin ta ew bû sîber û riya axî bejna qiloç tewand û daqurtand. Wê hîngê bi zîrekî mîna keçeke çardehsalî baranê pî vemalîn bi dasên gewir dest bi çinîna bê kir û şelekên roniyê li pişta ewrên tarî bar kir.
Merwa 26/3/2017