Serokê Amerîka Donald Trump, êrîşa li Îdlibê şermezar kir û got ku ew êrîşên wisa encama qelsbûna rêvebirîya Barack Obama ne.
Trump bi daxuyanîyeke nivîskî got ku nabe ku cîhana medenî, wek ku hay ji êrîşa kîmyayî ya li Îdlibê tune ye tev bigere.
‘’Ew kiryarên xerab yên rejîma Beşar Esad, encama qelsî û bêîradebûna rêvebirîya berê ne. Serok Obama li dijî bikaranîna çekên kîmyayî ‘xêza sor’ ragihandibû û paşê tiştek nekir.’’ Obama got.
Trump, da zanîn ku ew bi hevalbendên Amerîka yên li seranserê cîhanê, vê êrîşa ku ‘’nayê qebûlkirin’’ şermezar dikin.