Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan, duh Sêşemê hildana aleya Kurdî li Kerkûkê red kir û got ku divê di cî de dakeve.
Her wiha Erdoxan tekezî li ser wê yekê kir ku Kerkûk bajarek e ji hemî welatiyên xwe re çi Ereb, Turkmen û Kurd bin û car dî hişyarî da ku Kurd dê nirxekî buha bidin eger xwe bi vî bajarî ve bidin girêdan.
Di berdewamiya gotara xwe de, Serokê Turkiyê Erdoxan got eger ev ale danekeve, dê bandoreke xwe ya neyînî li ser têkiliyên wan û Herêma Kurdistanê bike.