Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Hikûmeta Sûrî yan balafirên Rûsî Parêzgeha Idlibê kîmyabaran kir.
Ji encama vê kîmyabarana ku îro 4.4.2017 hat rûdan , derdora 57 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav de 10 zarok hebûn.
Jêderekê ji Artêşa Sûrî ev yek red kir û got ku Hikûmeta Sûrî çi çekên wiha li nêv destan de nînin, û tu caran nehatiye bikaranîn, na aniha, ne berê û ne jî di demên bê de.