Bi vexwendinekê ji (Hamiş) mala çandî ya Sûrî li Istenbûlê, hunermenda Sûrî (Wiam Bedirxan Simav) neqşeyeke dîwarî neqişand, tê de derbirîna derdên Sûriyan û nameya wan ji cîhanê re diyar dibe: (Sûrî berdewam in di hebûnê de û wê vegerin Sûriyayê).
Li dora Wiam gelek cemawerên Sûrî û Tirk civiyan, welatî û rojnamevan û zarok, da ku nameya wê ya hunerî bibînin.
Tê nasîn ku Wiam Bedirxan Simav hejmarek belgefilm ji bajarê Himsê çêkirin, li Himsê bi ezmûneyên xwe li ser erdê Wiam hînî bikaranîna kamîreyê bûye, Wiam di derhêneriya filmê ʺSîmav, wêneyeke kesayetî sûrî ʺ (Maa Elfida, sûre zatiye sûriye) de ji hevkar bû, ew filim cara yekê di mihrecana Kan 2014an de hate pêşkêşkirin di nav belgefilmên tomarkirî de, ew filim hate ristin ji hêla derhêner Usame Mihemed liParîsê piştî Wiam vîdyoyên wê ji Humsê şandin.