Bi hêz û moralekê mezin em bi navê Kordînasyona Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê encamê 1. Konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin.
Bi amadebûna 150 delegeyan, ku ji 17 partiyan û 5 tevgerên ciwanan kombûn, konferansa me îro bi serkeftî birêveçû. Di serî de em carekê din serê xwe beramberî hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Roja îro û destkeftiyên îro bi ked û xwîna wan pêkane bû. Em spas dikin hemu mêvan ên ku hazirbûn û hevalên birêz ên li ser navê Federaliya Bakurê Suriyê, Rêveberiya Xweser û Desteya Ciwanan axivîne.
Konferansa me îro di demekê dîrokî de pêkhat û ji ber vê yekê bi her awayî xwedî girîngiyekê dîrokî ye. Li gorî vê zanabûnê û bi baweriya serkeftinê jî nîqaşên ku di navbera ciwanan îro hatin kirin pêşketin. Li ser van bingehan hemu partî û rêxistin helwesta xwe derbare vê konferansê û pêwistiya yekitiya netewî dan xuyakirin.
Di roja me ya îro de li çar parçeyên Kurdistanê şerê herî mezin diqewme. Li her çar aliyên welat doza welatê me mezin dibe, gelê me li ser piyan e û ji bo azadiya xwe di nava liv û tevgerê ye. Li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava gelê me xwe birêxistin dike, xwe perwerde dike û li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê ye. Di vê çarçoveyê de li Rojava 2012’an şoreşa gel a 19’ê Tîrmehê pêşket. Êdî hem li Başur hem jî li Rojava ala welatê me li ba dibe. Di heman demê de li Bakur têkoşîna azadiyê di asta herî jor de ye û li Rojhilat jî gelê me xwe komîserhev û bi rêxistin dike.
Hêzên dagirker beramberî xurtbûna tevgera azadiya gelê kurd bi tirs in. Ev sedan salan ew hemu hebûn û siyaseta xwe li ser esasî înkarkirina hebûna me avakirin. Li Amed, Dersim, Mahabad, Amûde, Helepçe, Şengal, Kobanê û Botanê talan, wêran, êş û mirin anîn ser gelê me. Bi her awayî xwastin çanda me, zimanê me û nasnameya me tinebikin û me bikin tirk, ereb yan fars. Lê ew siyaseta wan têkçû. Îro gelê kurd ji her demî ve xurtir e, şiyartir e û herî muhîm xwedî tecrube, zanabûn û parastinê ye.
Konferansa me sê rojevên bingehîn nîqaş kir. Di serî de di bin mijara „Rastiya Kurdistanê û rewşa Kurd li Rojava û Suriyê“ mîraseya dîrokî a Kurdistanê, rastiya dagirkeriyê û kevneşopiya berxwedanê ya gelê me hatine nirxandin û şîrovekirin. Wek rojava duyemîn jî bi taybetî li ser rewşa ku bi Şoreşa Rojava ve derket nîqaş çêbû. Serdemên koçberiyê û helwesta me li hemberî vê, berxwedana ciwanên Rojava û bandora wê li ser perçeyên din ên Kurdistanê, her wiha erkên me yên demê wekî ciwanên kurd bi berfirehî hatin guftugo kirin. Wek rojeva dawî jî xebatên Kongra Netewî û rola me wekî ciwanên Rojava di nav de hatin nirxandin. Li ser bingeha van nîqaşan pêşniyar hatin komkirin û biryarên girîng ên hevbeş ji aliyê hemu nûnerên partî û rêxistinên beşdarbûne ve hatine girtin. Bi vî awayî Konferansa me gihîşt biryardariyekê manedar ji dil û can. Her wiha wekî encamekê herî sereke ya vê konferansê kordînasyonekê di navbera hemu partî û rêxistin ên ku tevlî konferansê bûne hat avakirin.
Biryarên ku hatine standin wiha ne:
– 1Em ê li ser xeta şehîdên Rojava û tevahî Kurdistanê xebat bikin.
2 – Kurdistan yek e. Sînorên ku hêzên dagirker danin em nasnakin.
3- Em ê wekî ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hemu şewazên pewîst ji bo azadiya Rêber APO xebat bikin.
4 – YPG û YPJ artêşa Rojavayê Kurdistanê ye. Mezinkirina artêşa welatê xwe erka me ya herî sereke ye.
5- Şoreşa Rojava xelekekî sereke ji bo avakirina Kurdistanekî serbixwe ye.
6- Bingeha azadiya gelê Kurd, azadiya jinê ye.
7- Wekî ciwanên Rojava em xwe beramberî perçeyên din ên Kurdistanê berpirsyar dibînin.
8- Em ê li dijî hemu êrîş û komplo yên ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê çêdibin û çêbibin bisekinin.
9- Şengalê rûmeta gelê kurd e. Wekî ciwanên kurd ên Rojava em her tim li pişt bira xwişkên xwe yên Êzidî ne. Êrîşên ku di vê dawiyê de li ser gelê Şengalê çêbûn em wek xiyanetê binavdikin. Hêzên ku ev êrîş pêkanîn bila li ser vî esasî kurditiya xwe berçav derbas bikin.
10- Em xwe beramberî perwerde û zanistkirina ciwanên kurd ji bo avakirina welat berpirsyar dibînin.
11- Em bandora çanda biyanî li ser gelê xwe, bi taybet ciwanên kurd xeter dibînin. Li hemberî vê em ê têkoşîna pêşxistina çand û exlaqa kurdî bilind bikin.
12- Koçberî firotina welatê ye. Parastin û avakirina welat namûsa me ye.
13- Em bang li hemû ciwanên kurd ku koçber bûne dikin da ku di vê dema dîrokî de vegerin û li welatê xwe xwedî derkevîn. Însanek di dema pewîst de erka xwe ya welatparêziyê bi cih neanî em ê di pêşerojê de li dijî wê helwest bigirin.
14- Ji bo yekitiya netewî lidarxistina Kongra Netweî merca herî bingehîne. Kongreyekê Netewî wê bibe gavekê girîng a çareserkirina nakokiyên heyî di navbera hêzên kurdî de.
15- Di derbare yekitiya netewî de rola ciwanan pêşengtiyê ye. Di vê çarçoveyê de em ê li ser bingeha konferansa xwe li Rojavayê Kurdistanê ji bo lidarxistina Kongreyekê Netewî a Ciwanan kar bikin.
16- Di derbare aloziya Suriyê de çi hewldanên çareseriyê bên kirin, bê beşadarbûna nûnerên
17- Di derbarê aloziya Sûriyê de em sîstema fedraliyêçareseriya herî baş dibînin û li ser vî bingehî destek dikin.
Li ser bingeha van biryaran û bi hêza yekbûna ciwanên kurd li rojavayê Kurdistan em wekî kordînasyona ciwanên kurd ên rojavayê Kurdistanê soz didin ku di riya welatparêziyê de jib o parastina xaka xwe, hilweşandina dagirkeriyê û avakirina yekîtiya netewî em ê her kar û xebat bikin û girêdayî bimînin.
Serkeftin a gelê a gelê me ye!
Bijî Yekîtiya Netewî!
Kordînasyona Ciwanên Kurd ên Rojava