Taybet-Bûyerpress
Destya Kar û Barên Civakî û Yekîtiya Werzîşê li Kantona Cizîrê îro li bajarê Qamişlo ji bo bibîranîna şehîdên 12’yê çalakiyeke werzîşê ya mezin li dar xist.
Ev çalakî bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên siyasî û yên civaka sivîl hat lidarxistin.
Di vê çalakiyê de matçeke pêgokê di navbera Tîma Qamişlo û ya Amûdê de çêbû.Di encamê de Tîma Qamişlo bi 1 golî bi ser ket.
Di dawiyê de hin nûnerên dezgehên werzîşê ji aliyê birêvebirên çalakiyê ve hatin xelatkirin.