Reuters:Bûyerpress
Berdevkê şervanine Sûrî yên rikber ku palpişt in ji Neteweyên Yekbûyî duh Sêşemê got ku ew ê dorhêla Reqayê bi temamî kontrol bikin,, piştî ku dawîtirîn rêya sereke ya ji bajêr derdikeve birîn.
Piştî birîna rêya lezgîn a di navbera Reqa û bargehên terorîstan li Dêr Zorê de Ji aliyê QSD’ê ve, bi vê yekê derbeyeke giran li rêxistina terorîst ket ku rastî fişarên leşkerî yên pir li Sûrî û Iraqê tê.
Dewleta Islamî rûberê xwe ji xakê li sê helmetên cuda ji dest dixe. Yek jê li bakurê Sûryayê bi pêşengiya QSD’ê , ya din hêzên hukûmeta Sûrî pê radibe bi piştgîriyeke Rûsî û ya sêyan bi pêşengiya Turkyayê û hêzên Sûrî yên rikbir.
Berdevkê Hezên Suryaya Demoqratîk Telel Silo ji Roytirzê re got ku pêşveçûna hêzên wan diyar dike ku hemî reyên sereke yên derketina ji bajêr girtî ne. Her wiha hêzên ku palpişt in ji Neteweyên Yekbûyî hemî gundewarên der û dora bajêr desteser dikin da ku bajêr bi temamî were veqetandin.
Silo tekez kir ku hîn şer li gundewarên bajêr e û ew ê helmetê ranewestînin ta veqetandina Reqayê bi temamî.