Mele Nûriyê Hesarî, di 1934’an de li Hesar a gundê Kercewsê jidayik bûye. Di nava Kurdan de bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin. Navê diya wî Xanimê ye, navê bavê wî Mele Yûsifê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji rema Hevêrkan bûye.
Mele Nûrî ji malbateke xweneda, zana û bîrewer hatiye. Mele Nûrî di 1939`an de pêşî li cem diya xwe dest bi xwendina Quranê kiriye û li cem wê Mewlûd, Nehculenam, Nûbihar û Rewdneîm xwendine. Di 1940`î de, çaxê ku diya wî li Hesarê giyana xwe spariye Xwedê, îcar wî li ba kekê xwe Mele Hiseyn xwendiye. Lê çaxê ku kekê wî çûye leşkeriyê, îcar bavê wî ew xistiye dibistana bi zimanê tirkî ya ku li Hesarê bûye.
Mele Nûrî di jiyê xwe yê bîstî de (1954) dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kiriye û berhemên xwe hemû bi alfabeya latênî nivîsandine. Digel wê perîşanî, dilêşanî û xizantiya xwe de deh pirtûk kirine malê Pirtûkxaneya Kurdistanê
pirtûka Mele Nûrî ya bi nave Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî berhema wî ya pêşî bû ku di 1996’an de li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê ve hatiye çapkirin.
Ji berhemên wî
– Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995
– Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
– Rêziman: Destnivîs
– Ferhenga Kurdî – Kurdî, Destnivîs
– Ferhenga Kurdî – Tirkî, Destnivîs
– Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
– Mewlida Pêxember, Destnivîs
– Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs
– Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
– Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
– 11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
– Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs
Her wiha wiha rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standine wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelatek ji Koma Narîn a folklorî.
Helbestvan Mele Nûriyê Hesarî di 25/1/2011an de li mala xwe li bajarê Qamişlo koça dawî kir û li goristana Qedûr Beg hate veşartin.
Ev gotar di hejmara 59 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.2.2017