Heyva Kêf û Xeman
Ey avdara min ey avdara rengîn…çend komkujî hîn di malzaroka tede ji kurda re veşartiye
Çend dijmin rengê xwe ji geşbûna te diziye.Ev faşîsta keske…ev faşîsta sore ….ev faşîsta Reşe…Ev bi riye …ev bê riye.. Ev rêcîme ev nizanim kiye
Ezê kê bînim bibîr û kê jibîr bikim Avdara min
Zarokên xerdela sêvan an xortên (2004)…an newroza Hisiçan
Ma ci qederk reş xwe li bejna te pêçaye û xêliyk ji xeman bi ser tede berdaye..
Lë xemgîn nebe Avdara min erê Ez caran ji te bihêrs dibim…erê caran dijmêrim ku çend birîn di hinavê tede di bedena Kurdistanê de dijmin çandiye ..lê Ez dizanim jî ku Kawa agirê serkeftinê li ser bejna setemê vêxistiye û tovên azadiyê di sînga te çandiye û bi xwînê tête avdan
Belê Avdara min xemgîn nebe
Ew kulîlkên li ser serê te
Ew kembera li pişta te
Ew kenè li ser lêvên te….berhemin
Û bi hezarn komkujî nikarin kulîlkek ji kirasê te biçlmisînin
Xwe bi hezar rengî bikin ew yeke û nikare newrozên Mezlûman agirê Zerdeşê kal vemrîne
Şehîdên Hesekê wê bibin al ..bajarek ji hestan …wê….bibin çîrok…..bibin dastan…..bibin dîrok û bimînin…….her bimînin
Nameyek
Nama te di dilê min de
Hêlinek ji xwere çêkir
Çivçiva peyvên te têde
Dilê min fêrî firê kir
“”””
Bi hêviyan yan bi xewnan
Te ev nameya nivîsand
Yan bi tîrêjên dilê xwe
Hestê xwe te têd neqişand
“”””
Çawa bersva te bidim
Raman û dil te tev revand
Mezin bûna komê pirsan
Min li dû bersva gerand
”””
Ezê di quntara dil de
Bersiva te binîvsînim
Di nav pelên şevên xwede
Ezê namate hilînim
Nameya ewran
Ezê van ewrên vê şevê
Bi evînê bixemilîn im
Tije piste pistan bikim
Berve mala we bişîn im
* * *
Pir silava pêr bi rêkim
Nameyek û xewnên tazî
Nav û nîşan li ser deynim
Gelek hêvî û daxwazî
* * *
Tek -tek li pencera texe
Xew ji çavan bifirîne
Hinavê namê ji tere
Dilop dilop bibarîne
* * *
Bi destê xewnên te bigre
Dîlanekê bigerîne
Lîlansina herdû dilan
Di sînga şevêd biçîne
Evîna te
Di berbanga temenê min de
Dîkê evîna te bankir
Çavê pirsan li min vekir
Û dilê min
Ji mengê xist
Ken
Carekê min bêriya dengê kenê xwekir
Û dema ez keniyam
Tilîkan ji hevre gotin
Vaya dîne
Bese
Heya kengî tê kapeka ramanên xwe be
Heya kengî tê bi pirêzê mengê re bê şewtandin
Dîsa bese
Dengê xwe li ber bê xe
Ramanên xwe vêxe
Û bila bêjin dînek li me zêdebû
Şev
Şev perçe perçe bû
Perçak ji evîndara re ma
Perçak ji dizekan re ma
Perçak ji miriyan re ma
Ûyên din li benda sibê man
Dayik
Çendî bırîn lı dıl ketın
Bı hêsıran te pînekır
Çendî şevên tırs û tarî
Bı kenê xwe te îmzekır
〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Dı mal zaroka xewnên tede
çendî hêvî jı berte çûn
Hımbêz dıkî êş û gırî
Tım bê dengî dırışme bû
〰〰〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Bı hêvıya hatna xewê
Çendî caran bendewar bû
Lı ber çıra demên bê ol
Her kêlîkek gıran barbû
〰〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Lı ser tevna şevên dırêj
Her dırêse xewn û xeyal
Bı evînê dılorîne
Dergûşa zaroka delal
〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Çendî caran nîvê çevê
Destête lı erdê ketî
Dîs radıbû çav mızdıda
Şev dıbhırî nîv raketî
〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Ne şev tenê temen pêde
Çav jı tere her bekçî bû
Lı hêvıya mezın bûnê
Dıl û mejî tım bırçî bû
〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Dılê reben lı taxên te
Her aşıq û qereçî bû
Qet têrnebû jı dîtna te
Tım parsek û xwazgınçî bû
〰〰〰〰〰〰〰〰〰〰〰
Eve dılên dayıkên me
Welatekî bê sînore
Evînekî ser bı xweye
Ew evîna herî jore
Name
Sıbeh zûbû….lı ber bayê hênık…dı bın namûsıya spî ….
zarok çavên xwe lı xewnên gulgulî dıgerînın
lı dû pınpınîkan dırevın
Mezın derdên xwe pêçane û dane ber serê xwe û bı serkeftına kobanê ser xweş bûne …..her yek dı xewna xwede mîre
Jı nışkave !!!!xewnên gulgulî bûn serî ,pınpınîk bûn dêw ..namûsıya sıpî sor bû
Dengê serkeftınê bû gazî ..bû qêrîn ,zarok qetqetî bûn …xwîn lı kolanan herıkî
mırov pêl meytên mırovan dıkın …..jı ber qederek reş dırevın
Dırevın ku….? nızanın ….tenê bıla dengê [elah û ekber] neyê
Mejî cemıdî ….hest bê hest ma …zıman bê wate ma .
Çı zıman dıkare qêrîna zarokan lı ber tûjbûna kêrê şırovebıke …şıkestına dılên dayıkan zelal bıke
Ka ezê jı kê bıpırsım lı gor kêfa kê ev dıçe,hêvıyên me wekî zarokê me perçe perçe dıbe
Serokno….partîno… encumano kî berpırsyare?Ez….Tu…Ew… ka ez kîme …tu kıye …ew kıye?
Ka em wan komî ser hev bıkın,wê bıbe Emmmm ûem dı derya şermê de fetısîne…dı ezezıya
zıngarî de zıncîr bûne bı qeyd û merbend bûne
De ka em bıhnekê vegerın xewnên xwe ——–dema me çavên xwe digirt û ji xwer digot Gelo wê rojek were ku ramanên me kirasên kurdî lı bejna xwe berde û hestên xwe bı rengê xwe eşkere bıkın
gelo wê rojek were em rengê evîna xwe ….bıhara xwe ..kesk û sor û zer bıkın
Gelo …gelo em dızanın ku ev roj hat û welatek bı xwîna çav reşan ava dıbe
Belê ew roj hat ……welat hat ……lê ka em lı kurın ……..ka em lı kurın.
Caran
Caran te dibînim gulek
Jiyana min dixemlîne
Caran te dibînim dînek
Hêviyên min bi cî tîne
***
Caran te dibînim dilek
Ken li girî dicivîne
Caran te dibînim riyek
Tid dimeşim talî nîne
***
Caran te dibînim şevek
Hêza mûmê direvîne
Caran te dibînim revek
Tihna tirsa min dişkîne
***
Caran te dibînim kêfek
Ken li lêvan radixîne
Caran te dibînim êşek
Xwe di can de vedzelîne
***
Caran te dibînim peyvek
Bêdengiyê diçirîne
Caran xewnek caran dêwek
Caran dil tew te nabîne
Tûrik
Qereçiyên dilê min li delavên çavên te danîn
Dema babelîskên te rabûn
Tûrik bi ser ketin û pirsek parsek
Li şûn wara ma
Çi şevek
Çi şevek tarî û xemgîn
Êşê di dil de diçîne
Qeb-qaba kewên dilê min
Sazê dûrbûnê dixwîne
###
Bi keser û bi hêsiran
Dil nama te dinivsîne
Bi kûrbûna birînên xwe
Hestê xwe werdigerîne
###
Evîn di tenûra dil de
Bê te sar û xav dimîne
Çiqwas li darxin şahîyan
Şahî bê te wate nîne
###
Çi şevek pîr û birîndar
Janê ji dil dibarîne
Masa birînê vedîke
Keseran lê radixîne
Roye
Dîsa sibehbû …Royê şaxê xwe berdabû hemû xaniyan û tîrêjên xwe berdabû nave porê qamişlokê û qamişloka rengîn giran…..giran baweşînkên xewê ji çavê xwe dadweşîne û devê wê kenek sermedî li ser lêvan radixîne
Germ bû …lê zarok germbûnê nizanin
Hin li taxê dilîzin…hin di hundirê hewşan dene û hin hîn baweşînkên xewê têne wan
Her kes bi xwe mijûle….yên kincên xwe li xwe dikin…yên taştê dixwin …yên çûne nan…yên tên ..yên dehrin …jiyanek zindî berdewame
Roye û bawerî bi Royê hatibû
Jj nişkave û weke tabloyek bervajî bibe. Wilo jiyan hate guhertin
Gelo raste yan heneke
Le çima laşê Qamişlokê dilerize û ken.
Û kenê wê çima bû girî bû xwîn û li ser dêmê wê diherike
Raste yan heneke
Le ew çi denge ji bin dîwaran tê
Ew çi kese nîv laşê zarokekê rakirye
Bav di orta hewş û taxê de heyirî ye
Dayik dilê wê ji xwînê miçiqî ye
Hêsir bê sûdeye..ziman bê sûdeye
Her tişt di wê rejê de bê sûde bû
Tenê felsefa mirinê xwe pênase kiribû
Qe kes bi xwe ne ket şik û gûmanan
Qe zingilê qederê di guhê kesekî de lêneketibû
Robû û bawerî bi Royê hatibû
Û berê digotin
Piştî tengayê ferehiye
Piştî tariyê ronahî ye
Lê çima Roya me bi mij û dûman bû bi xwîn û qêrîn bû
Gelo Ro jî hatibû xapan din û Qamişloka delalî bi xwere mat mayî kir
Erê,.erê
Lê Qamişlo sekinî ma û wê her sekinî bimîne
Qamişlo sembola jiyanê ye û pakrewanên wê …wê bibin Ronak..bibin tîrêj ji tîrêjên Royê û hîn û hîn bawerî bi Royê xortir bike