Wezîrên Kurd li Bexdayê ragihandin ku êdî ewê tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nebin.
Wezîrên Kurd li Bexdayê îro di kongreyeke rojnamevaniyê de boykotkirina civînên encûmena wezîrên Iraqê ragihandin.
Cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys di kongreyê de got “Niha Iraq di krîzeke gelek metirsîdar re derbas dibe û rastî êrîşên çekdarên DAÎŞê û paşmayên baesiyan tê, lê serokwezîrê Iaqê gefên tund li Herêma Kurdistanê dixwe û bi cihê teror û navenda DAÎŞê bi nav dike”.
Şaweys herwiha got “Ji ber vê yekê em wek wezîrên Kurd hemû civînên encûmena wezîrên Iraqê boykot dikin û êdî em tevlî civînan nabin”.
Cîgirê serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ev rewşa niha di rêya rêkeftina navbera aliyên siyasî re tê çareserkirin.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî duh çarşemê di gotara xwe ya heftane de Herêma Kurdistanê tometbar kir ku “bûye navendek ji bo civînên terorîstan”.
Jêder: Rudaw