Piştî agirê şoreşa Rojavayê Kurdistanê gur û geş bû û tevgerên hevgirtî ji bo dabînkirina maf û erkan di nava hemû çînên civaka xwerû de, hem di pingava rizgariyê de û hem di qunaxa avakirina sazî û dezgehên civakî de, û li darxistina rêveberiyek sivîl di heremên Rojavayê Kurdistanê de. Tişta balkêş ew bû, aktîfkirina rola jinê û beşdariya wê di hemû movikê rêxistinbûyîn û rêveberiyê de, xwe bi berferehî da pêş û çîna jin bû xwedanê wizeyek dînamîk û veguhêr di gelek mijarên civakê de, ev e jî diyardeyek nû ye di tevahî herema me de ku jin bi girseyî tevlî xebata rêveberî, xizmetguzarî û leşkerî bibe, ev nîşana pêşkeftin û hêminiyê di teyora pragmatî di nava kêşeya Sûrî bi tevahî û rewşa kurdî bi taybet de.
Di vê derbarê de gelek biryar û zagon ji encumena zagonsaz yên bi vîn û xwesteka gel û jinê, di çarçiva teyora aydyolojî de derçûn, nemaze di beşê beşdariya jin di nava dezgeh û saziyên sivîl, siyasî û xizmetguzariyê de hatîn avakirin ,û koda jin ya bi radeya 40% dabînkirî, eve jî kiryarek rast e û li gor hemû pîvanên navnetewî û şaristanî guncaw e.
Lê derbaskirina vê kodê , bi ser ve zêdekirina deng û para saziyên girêdayî jinê bi koda dabînkirî ve, dihêle ku zayendeya jin xwe li pêş bixîne û hejmarek berfereh ji jinên ne pêkhatî û ne çalak di piraniya dîmenan de diyar bibin, di encamê de dilgiranî û stûbarîk mezin peyde dibe û bargiraniyê tavêje ser ekonomiya rêveberiya xweser , tevî ku pişaftin yan kêmxistina rola zayendeya nêr diyar dike, bi vê kiryarê gelek ji kesên pispor û zanyarê xwedan zanist û ezmûn ji der ve dimînin, ta radeya ku koda zayendeya nêr ( mêr,zilam) bighêje 25% , eva jî di hêla pratîkê de ne rewa ye, û bê encamên erênî dimîne, ji hêlekî ve ev kiryar mandobûnê yan nifretek dijberî peyda dike, û nestê nizimbûnê diafirîne, yan wekî tolekî li hember mêran tê naskirin.
Mijara herî balkêş di qûnaxa vê şoreşê de, ji hevketina hinek nirxên civakî ye, bi taybet di hindurî malbatê de, ango jina ne têgihiştî pozê xwe li zilamê xwe yan li birayê xwe bilind dike û tevlîheviyê di rewiştên kurdeweriyê de diçîne, gelek caran ev helwest gihaye radeya ne lihevkirina jin û mêran di eynê malbatê de, ta lûtka herî li jor di nakokiyê de û bûye sedem di avakirina hinek bend û girêbest di navbera wan de, heger em nebêjin ku di gelek bûyeran de xwe gihandiye radeya belavbûna malbatê bi giştî û jin û mêr ji hev cihê bûne, dêmekî em dikarin bêjin ku yasayên wisa hestiyar û kirîtîk bi hişmendiyek civakî heye, yan wê bibe sedemê afat û karesetên ne rewa, bila tu carî em jibîr nekin ku gelek babet û mijar hene, ew gelek hestiyar in, tu carî yasa û zagon nikarin wan nexweşiyên civakî ji hal hilîne, berevajî wê yekê, wê gengeşeya di navbera malbatê de gur û geştir bibe û li şûna em malbatê rizgar û ava bikin, wê malbata me birûxe û ji gelek nirxên xwe yên pîroz dakeve, nemaze sebaret sîstema rêveberiyê , xweristbûn û civaka xweza ji xwe re bingeh dibîne, li ser wî hîmî em dikarin civaka xwe li pêş bixînin û zagonên xwe sererast bikin û bi pêş ve bidin.
Pabendiya bi pîvanên zanyarî û piratîkî, hevrêziyek rast û bi bingeh datîne, her weha koda ji layê hevpeymana civakî ve, ya mîna zagon û yasaya welate, ji bo rêxistina civak û rêveberiya welat misoger dike.
Ev gotar di hejmara 57 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.1.2017