Di navbera sînorê Kaniya Xezalan û Girê Spî de 10 kamerayên ewlekariyê hatin bicîkirin. Tirkiyê ji bo ewlehiya sînorê Sûriyê û Rojava qewîn bike û pêşiya çûnûhatina qaçaxî bigire li sînorê Girê Spî kamerayên ewlekariyê bi cî kir.
Li gor A.Ayê tenê li ser sînorê Girê Spî (Tel Ebyad) ku di bin kontrola kurdan de ye 10 kamerayên ewlekariyê hatin bicîkirin ku wek mebest rêgirtina li ber çûnûhatina qaçaxî hatiye nîşandan.
Bi kamerayên ku li ser sînorê navçeya Kaniya Xezalan (Akçakkale) û Grî Spî yê Rojava de hatine danîn tê çaverêkirin ku dawî li çûnehata qaçaxî were anîn…Rojavanews