Derbarê êrîşên tundrew li ser gundewarê Kobanê ji hêla DAIŞê ve Encûmena Niştîmanî Kurdî li Kobanê bang li herdu encûmenên kurdî dike û ev wergerandina bangê ji Erebî ye:
BANG
Ji bo herdu encûmenên kurdî ENKS û ERGK derbarê bûyerên li navçeya Kobanê dibin.
Navçeya Kobanê rastî êrîşeke hovane û metirsiyê dibe ji hêla dewleta Islamî ya ku bûye cihê metirsiyê ji hemû navçeyê re.
Em berê xwe didin herdu encûmenên kurdî û wan dideynin ber berpirsyariya dîrokî di vê dema hestyar de û bobelata ku Kobanê tê de derbas dibe.
Em di Encûmena Niştîmanî Kurdî li Kobanê herdu encûmenan vexwendî rûniştineke awarte dikin ji bo nerîneke hevbeş û çalakirina rêkeftinên berê û komîtên pispor di zûtirîn dem de, da ku bibe misogeriyek ji bo parastina navçeyên kurdî û bi taybet Kobanê li dijî vê êrîşa ku hebûna wê armanc dike.
Encûmena Niştîmanî Kurdî li Kobanê
9-7-2014